16 Nîsan 2017•Rojanekirin: 17 Nîsan 2017
ANKARA
Gelek welatî li ber Navenda Giştî ya AK Partiyê civiyan û li gor encamên nefermî yên dengdayînê "erê"yê pîroz dikin.
Piştî ku sindoq hatin vekirin, welatî hêdî hêdî li ber partiyê civiyan, di ekranên mezin da encamên dengdayîna gel teqîb kirin.
Li gor encamên nefermî, piştî hat fêmkirin ku ji dengdayîna gelê "erê" derkeve, partiyiyan jî berê xwe dan Navenda Giştî ya AK Partiyê.
Welatiyan alayên Tirkiyê, alayên AK Pariyê û alayên ku li ser erê dinvîsin hildan û hê jî diçin ber navenda giştî.
Welatî li qadê civiyan, stran lê dixin û pîrozbahiyê dikin.
Welatî li bendê ne ku Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim axaftina balqonê bike.