28 Gulan 2017•Rojanekirin: 29 Gulan 2017
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirk serê sibê li bakurê Iraqê herêma Avaşîn Basyanê operasyona esmanî hat kirin û di operasyonê da 13 terorîstên ku amadehiya êrîşê dikirin, hatin berterefkirin. 7 hedefên rêxistina terorê ya cudaxwaz hatin îmhakirin.
Li gor agahdarkirina Sererkaniyê, li ser îstixbarata ku ji herêmê hat hildan di saet 08.45-09.05an da li bakurê Iraqê herêma Avaşîn Basyanê operasyona esmanî kir.
Di operasyonê da 13 terorîstên ku amadehiya êrîşê dikirin, hatin berterefkirin û du şikeft, parêzgeh û du doçkayên ku rêxistina terorê ya cudaxwaz bi kar dianî û qadeke sitarbûnê hatin îmhakirin. Jetên şer bi silametî vegeriyan cihê xwe.