25 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2017
ANKARA
Fermandariya Hêzên Hewayî li ser herêmên Zap, Gara, Xakurk û Avaşîn-Basyanê bi balafirên şer oparasyon kir. Di operasyonê de 12 hedefên rêxistina terorê hatin îmhekirin.
Li gorî daxuyaniya Hêzên Çekdar en Tirkiyeyê li bakurê Iraqê li ser herêmên Zap, Gara, Xakurk û Avaşîn-Basyanê duh di navbera saet 18.12-20.18an de hereketa hewayî hat lidarxistin.
Di operasyona hewayî de şikeft, sitargeh û mewziyên rêxistina terorê bi tevahî 12 hedef hatin îmhekirin.