30 Mijdar 2017•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2017
ANKARA
Li tevahiyê welêt welatiyan ji bo Şeva Mewlûdê ya ku wekî rojbûna Hezretî Mihemed tê pîrozkirin mizgeft tijî kirin.
Li Melîka Xatûn, Hecî Bayramê Welî û Ahmet Hamdî Aksekî û mizgeftên din ên Enqereyê mewlûd hat xwendin.
- Li Mizgefta Siltan Ehmedê bernameya qendîlê
Ji bo Şewa Mewlûdê li Mizgefta Siltan Ehmedê bername hat lidarxistin.
Gelek kesên ji jin-zarok, ciwan-kalan pêk tên li Mizgefta Siltan Ehmedê kom bûn. Welatiyan nimêj kirin û dia kirin, paşê mewlûd û Qur'ana Pîroz guhdarî kirin û li mizgeftê îlahî hatin xwendin. Li ber deriyê mizgeftê loqim û simît li welatiyan belav kirin.
Şanliurfa
Li Şanliurfaya wek "bajarê pêxemberan" tê penasekirin û ji bona tûrîzma baweriyê navend e welatiyên ji bajarên curbecur hatin meqama tê rîwayetkirin Hezretî Îbrahîm lê çêbûye û meqama tê rîwayetkirin Hezretî Eyûb dema nexweş bûye lê maye ziyaret kirin.
Welatiyan êvarê jî hatin Gola Masiyan û li mizgeftê nimêj kirin. Şeva Mewlûdê li mizgeftê Qur'ana Pîroz hat xwendin û piştî nimêja eşayê jî Miftîtiya Şanliurfayê li Mizgefta Dergahê mewlûd da xwendin.

Meletî
Miftîtiya Meletiyê ji bona Şeva Mewlûdê li Mizgefta Hecî Yusuf Taş bername çêkir. Piştî nimêjê li mizgeftê Qur'ana Pîroz û mewlûd hat xwendin.
Adiyeman
Li Adiyemanê ji bona Şeva Mewlûdê li Mizgefta Mezin bername hat çêkirin.
Welatiyên ku êvarê hatin mizgeftan Qur'an û mewlûd guhdar kirin û dia kirin.
Mereş
Mereşê ji ber şeva qendîlê welatî çûn mizgeftan.
Kilîs
Li Kilîsê welatî çûn Mizgefta Zanîngehê û beşdarî bernameyê bûn. Piştî nimêja eşrayê li mizgeftê Qur'an û mewlûd hat xwendin û dia hatin kirin.
Diyarbekir
Li navçeya Sûrê li Mizgefta Mezin ji bo mewlûdê bernameyek hat lidarxistin.
Di bernameyê da mewlûd, îlahî hatin xwendin û dia hatin kirin.
Sêrt
Li Sêrtê li mizgeftên Ensar, Ebûl Wefa, Abdulhakîm Sancak Çarsû û Taxa Nû bi minasebeta Şeva Mewlûdê bername hatin lidarxistin û welatî jî herwiha beşdarî bernameyan bûn, li mizgeftan dia û nimêj kirin. Peywirdarên Miftîtiya Parêzgehê jî mewlûd xwendin û herwiha bi kurdî, tirkî û erebî îlahî gotin.
Mêrdîn
Li Artukluya navçeya navendê ya Mêrdînê li Mizgefta Fuat Yagci bername hat lidarxistin. Piştî nimêja eşayê bernameyê bi tilawetê dest pê kir. Miftiyê Parêzgehê Îsmaîl Çîçek der heqê Şeva Mewlûdê û girîngiya wê da weaz da.
Batman
Li Batmanê di bernameya ku seba qendilê hat lidarxistin da bi kurdî, tirkî û erebî mewlûd hat xwendin û îlahî hatin gotin.