27 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2015
ANKARA
Li Cizîra navçeya Şirnexê di encama teqîna teqemeniya xumalî ya ku bi destê mensûbên rêxistina terorê hatibû çalkirin da 3 esker şehîd bûn, yek jê esker û yek jî jê polês 2 personelê ewlekariyê birîndar bûn.
Di daxuyaniya nivîskî ya Serokatiya Sererkaniyê da hat destnîşankirin ku li taxa Nûrê operasyonên dijî rêxistina terorê dewam dikin. Di daxuyaniyê da hat gotin ku di saet 14.40an da dema ku wesayîta kobra ya bizirx derbas dibû, teqemeniya xumalî ya ku bi destê mensûbên rêxistina terorê hatibû çalkirin, hat teqandin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di teqînê da 3 esker şehîd bûn, yek jê esker û yek jî jê polês 2 personelê ewlekariyê birîndar bûn û wiha hat domandin:
"Xwedê bira rehma xwe li şehîdên me yên ezîz bike, em ji ber vê êrîşê gelekî xemgîn in. Bira serê malbat û xizmên şehîdên me, serê mensûbên Hêzên Çekdar ên Tirkiyê û serê gelê tirk ê pîroz sax be. Xwedê bira şifayê bide hevalên me yên qehreman."