18 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2017
DIYARBAKIR
Serokbajêrê Diyarbekirê yê AK Partiyê Muhammed Akar der heqê êrşa terorî ya li navçeya Sûrê ku 4 polês tê de şehîd ketin û 2 polês birîndar bûn de got ku "Gelê Diyarbekirê, tehamûl nake ku navê Diyarbekirê bi terorê re bê bilêvkirin. Em wek gelê Diayrbekirê dijî terorê dengê xwe bilind dikin û dibêjine terorê ku 'êdî bes e."
Akar bi komek partiyiyan re hat Goristana Gundê Sadî Tanoglu yê ku lê teqîn çêbû, qerenfîl danî wir û dia kir. Komê bertek nîşanî êrişê da û dirûşmên wek "şehîd namirin welêt parçe nabe" û "bila PKK qehr be" berz kirin.
Serokbajêrê AK Partiyê Akar li vir axivî û di axaftina xwe de da zanîn ku ji bo bibîranîna şehîdan û şermezarkirina terorê hatine.
Akar diyar kir ku êrişê dilê diyarbekiriyan şewitand û wiha axivî:
"Em êşa malbatên dilsoj di dilê xwe de hîs dikin. Em vê sibê bûn hevparên êşên malbatan. Me şehîdên xwe oxir kirin. Gelê Diyarbekirê, tehamûl nake ku navê Diyarbekirê bi terorê re bê bilêvkirin. Em wek gelê Diayrbekirê dijî terorê dengê xwe bilind dikin û dibêjine terorê ku 'êdî bes e."
Akar destnîşan kir naxwazin ku navê Diyarbekirê bi terorê re bê bilêvkirin û wiha axivî: "Li cihê ku teqîn lê çêbû tirbeyek heye. Mirov ji bo diakirinê tên vir. Li cihekî wiha, êrişek birin ser birayên me yên ku ji bo pêkanîna ewlehiyê vir bûn."
- "Em ê destûr nedin vê"
Akar meşên ji bo protestokirina terorê yên ku van demên dawîn li navenda bajarê Diyarbekirê û navçeyên wê tên kirin bibîr anîn û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Bila veberhêner û geştiyar bên Diyarbekirê, em dixwazin ku bila ev siûda xerab ji holê rabe. Di vê mijarê de projeyên gelekî berfireh ên hikûmeta AK Partiyê hene. Li Sûrê projeya îhya û înşayê heye. Welatiyên me yên ku ji Sûrê derketin dê di demek nêz de bigihêjin malên xwe. Hikûmeta me ji bo ku ji ciwanên Diyarbekirê re îstixdamê peyda bike hewl dide ku projeyan tetbîq bike. Mirovên vir êdî teror û şîdetê naxwazin. Hêj hin kes dixwazin ku em bi xwîn, şîdet û terorê bên bibîranîn. Em ê wek Diyarbekir destûrê nedin vê yekê."
Akar xwest ku gelê Diyarbekirê dijî terorê bêtir dengê xwe derxîne û got ku "Ji ber ku mewzûbahîs dahatûya me ye. Tirkiye welatê me hemûyan e û em hemû li vir in. Em ê hemû bi hev re li welatekî pêşketî û dewlemend bi hev re bijîn. Tu kes nikare me ji vê hedefê dûr bixe."
- Bûyer
Li qada li kampusa Zanîngeha Dîcleyê ya ku hafriyatê dirijînin wir dema ku wesaîta bizirx a ku tê de polêsên hêzên çevîk hebûn derbas dibû terorîstên PKKî teqemeniya ku berê li herêma ku dîwarê Goristana Gundê Sadî Tanoglu lê ye bi cî kiribûn teqandibûn, di teqînê de 4 polês şehîd ketibûn û 2 polês jî birîndar bibûn. 3 kesên tê nirxandin ku têkiliya wan bi bûyerê re heye hatibûn binçavkirin.