06 Sibat 2019•Rojanekirin: 06 Sibat 2019
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê hat kirin da 6 şikeft û stargeh tê da çek, cebilxane û gelek amûrên ji bo jiyînê hewce dikin, hatin dîtin.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Diyarbekirê operasyona dijî rêxistinê ya ku li navçeya Lice, Hezro û Pasûrê dest pê kiribû, çû serî.
Hat gotin ku di encama operasyonê da 6 şikeft û stargehên terorîstan bikardianîn, hatin serobinkirin.
Di kontrol û lêgerînê da jî kalaşnîkofek, şarjorek, 20 gule, 5 kîlogram amonyum nîtrat, 4 blokên pîl, 2 akuyên motorbisiklêtê, qabloya ceyranê, 6 sîwaneyên termal, 4 tup û 4 qûşxaneyên bipîpik ên wisa tê texmînkirin ji bo teqemeniya bidestçêkirî tên emilandin, belgeyên rêxistinî û gelek jî amûrên jiyanê hatin qefaltin.
Di çarçoveya xebatên operasyonê da li ser rêyan 5 cihên kontrolê yên berwext hatin avakirin û li wan deran 618 kes û 229 wesayît hatin kontrolkirin û der barê 2 gumanbaran da jî muameleya fermî dan destpêkirin.