05 Hezîran 2016•Rojanekirin: 06 Hezîran 2016
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê mînîbus wergeriya û di qezayê da 3 jê zarok 6 kes mirin, 4 kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan, mînîsbusa ku Sadik Salar (30) diajot û plaqa wê 30 E 1073 ye, ji Mêrsînê diçû Hekkariyê. Mînîbus li ser rêya Diyarbekir û Şanliurfayê di kîlomêtroya 30emîn da nêzî taxa Kaldirimê wergeriya şarampolê.
Di qezayê da 3 jê zarok 6 kes mirin, 4 kes birîndar bûn. Navê wan hê ne diyar e.
Birîndar bi ambulansê rakirin nexweşxaneyên Diyarbekirê.