11 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2018
DIYARBAKIR
Li dorbera Qulpa navçeya Diyarbekirê di operasyonê da 3 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Diyarbekirê Fermandariya Cendirmeyan li rojhilatê bakurê Keçîverena mezreya gundê Demirliya Qulpê dijî PKKyê operasyon kir.
Hat diyarkirin di operasyonê da 3 endamên PKKyê hatin berterefkirin û 3 keleşên AK-47, 12 şarjor, 360 fişeng, bombeyeke destan, bêtelek, radyoyek, qumandaya pergala teqemeniyê, 9 qalib pîl, amûrên rêxistinê, cil û berg û gelek xwarin û xurek hatin qefaltin.