11 Tebax 2017•Rojanekirin: 11 Tebax 2017
ADANA
Li Edeneyê di operasyona berdestê sibehê bi piştgiriya helîkoptêrê hat kirin da 20 gumanbarên ku berê hatibû tespîtkirin li ser navê PKK/KCKya rêxistina terorê kar dikin, hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên hatin hildan hêzên ewlehiyê ji bo 30 gumanbarên li ser navê rêxistinê kar dikin biqefêle, dest bi xebatê kir.
Li navenda bajêr navnîşanên wê operasyon lê bihatina kirin ji berê da hatibûn tespîtkirin û ber destê sibehê jî bi piştgiriya helîkoptêra polêsan va operasyonê dest pê kir.

Ekîbên midûriyeta ewlehiyê li kuçeyên operasyon lê hatin kirin, tewdîrên ewlehiyê hildan. Di operasyonê da 20 gumanbar hatin binçavkirin û ji bo qefaltina 10 kesî jî xebat didomin.
Di kontrolkirina navnîşanên gumanbaran da gelek amûrên dijîtal û belgeyên rêxistinî hatin qefaltin.
Gumanbarên binçavkirî piştî kontrola sihetê ji bo îfadeyê birin midûriyeta ewlehiyê.