11 Tebax 2017•Rojanekirin: 12 Tebax 2017
ELAZIG
Li Elezîzê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da 22 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr di kordinasyona Serdozgeriya Komarê ya Elezîzê da operasyon birin ser navnîşanên kesên ku hat tesbîtkirin li ser navê rêxistinê çalakiyan dikin.
Di operasyonê da 22 kes hatin binçavkirin. Şikbar piştî ku ji kontrola tenduristiyê derbas kirin ji bo karûbarên fermî birin ewlekariyê.