29 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2017
ERZURUM
Li Erziromê di operasyona ser rêxistinbûna bajêr a DEAŞa rêxistina terorê hat kirin da rêvebirên payebilind jî di nav da 22 gumanbar hatin binçavkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Erziromê ji bo deşîfrekirina feliyet û çalakiyên rêxistinên terorê jêpirsîn da destpêkirin û di wê çarçoveyê da ji bo 22 gumanbarên hat tespîtkirin ku li ser navê DEAŞê dixebitin, biryara girtinê hat derxistin.
Ekîbên Midûriyeta Ewlehiya Bajêr bi hevdemî li navçeyên Yakutiye, Palandoken û Ezîziyeyê dest bi operasyonê kirin û 22 kesên di nav rêxistinbûna DEAŞê ya bajêr da cih digirin, binçav kirin.
Li navnîşanên lê lêgerîn hat kirin da 2 demançeyên bêruhsat, 2 tivingên nêçîrê, 3 demançeyên hişkeber û 86 fişek, kêreke jê ra dibêjin "pala", daneyên dijîtal û gelek belgeyên rêxistinî hatin qefaltin.