29 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2016
ANKARA
Ji ber berf û şert û mercên hewayê li Enqere û 20 bajarî dibistan ji bo rojekê û li Karamanê jî ji bo 2 rojan dibistan hatin tetîlkirin.
Demsala zivistanê li çar aliyê welêt tesîra xwe nîşan dide û ji ber barîna berfê û rewşa hewayê ya xerab li Enqere, Çankiri, Eskîşehir, Isparta, Uşak, Afyonkarahîsar, Manîsa, Kutahya, Bîlecik, Denizlî, Bolu, Kirikkale, Yozgat, Bursa, Konya, Kirşehir, Balikesîr, Mêrsîn, Sînop, Kastamonu û Yenîceya navçeya Çanakkaleyê dibistan ji bo rojekê û li Karamanê jî ji bo 2 rojan hatin tetîlkirin.
Walîtiya Enqereyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku ji ber berfê li seranserê bajêr û navçeyên wê hemû dibistan di tarîxa 29.12.2016an da yanî îro hatin tetîlkirin.
Asim Sultanogluyê Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Karamanê diyar kir ku ji ber berfê hemû dibistanên li seranserê bajêr û navçeyên wê îro û sibê hatin tetîlkirin.