15 Nîsan 2017•Rojanekirin: 16 Nîsan 2017
ANKARA
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê ji ber hewaya tarî û şert û mercên coxrafî ji eskerên di kendal da gêr bûn du esker şehîd ketin û eskerek jî birîndar bû.
Serokatiya Sererkaniyê daxuyanî da û diyar kir ku di çarçoveya "Operasyona Şehîd Tank Yarbay Îhsan Ejdar" da 3 eskerên yekîneya li texma Girê Îkîyaka/Davulcuyê ji bo kemîn û ewlehiyê sekinîbûn ji ber hewaya tarî û şert û mercên coxrafî di saet dora 05.40î da şemitîn û ji kendal gêr bûn.
Di daxuyaniya ji ber bûyerê hat weşandin da hat gotin ku du esker şehîd ketin û eskerek jî birîndar bû û ji bo şehîdan rehmet, ji bo eskerî mayî jî şîfa hat xwestin.