01 Hezîran 2016•Rojanekirin: 01 Hezîran 2016
ANKARA
Sererkaniyê ragihand ku duh êvarê di hemleya asîmanî ya dijî herêma Metîna ya li bakurê Iraqê da 6 hedefên rêxistina terorê ku di navê da stargeh û kozikên çekan jî hene hatin îmhakirin.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hat destnîşankirin ku duhê îstixbarateke demildest hat nirxandin û di saet 18.23-18.56an da firokeyên şer ên Hêzên Asîmanî yên Tirkiyê li dijî herêma Metîna ya li bakurê Iraqê hemleya asîmanî pêk anîn. Hat diyarkirin ku di hemleyê da 6 hedefên tespîtkirî yên ku di navê da stargeh û kozikên çekan jî hene hatin îmhakirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku firokeyên şer bi serkeftî wezîfeya xwe bicih anîn û vegeriyan ser baregehên xwe.