31 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2017
ŞIRNAK
Li Silopiya navçeya Şirnexê ku Hêzên Artêşa Tirkiyeyê bi yekîneyên Hêzên Artêşa Iraqê ra tetbîqat dikirin leşkerên herdu dewletan ber bi Deriyê Sînor yê Xebûrê ra hereket kirin.
Tetbîqat 18ê îlonê 3 kîlometro dûrî Deriyê Sînor yê Xebûrê ya li ser sînorê Iraqê dest pê kiribû. Tetbîqat di sewq û îdareya Sînan Yaylayê Fermandarê Şaxartêşa 7emîn û fermandariya Ahmet Kurumahmutê Fermandarê Tûgaya Mekanîze ya 28emîn da ye.
Leşkerên Tirkiye û Iraqê yên tevlî tetbîqatê bûn tevî wesaîtên bizirx ji Alaya 172mîn ya Fermandariya Tûgaya Bizirx ya Şehît Ercument Turkmen derketin rê.
Leşkerên Tirkiye û Iraqê bi dengê sîrenê tevî wesaîtên bizirx ber bi Deriyê Sînor yê Xebûrê va hereket kirin.