Abdullah Tel
06 Sibat 2019•Rojanekirin: 06 Sibat 2019
KASTAMONU
Li Îneboluya navçeya Kastamonuyê şikeva masîgiran binav bû kesek mir û kesek jî winda bû, bo dîtina kesê winda xebatên lêgerînê dewam dikin.
Waliyê Kastamoniyê Yaşar Karadenîz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bi hînbûna şikeva masîgiran a di Behra Reş da bin av bû xebat dest pê kir.
Karadenîz diyar kir ku Şeref Karayê di keştiyê da bi soberiyê xwe gihand bejayê û niha li Nexweşxaneya Dewletê ya Îneboluyê tê tedawîkirin û wiha pê da çû: "Derket holê ku Murat Azaklioglu wefat kiriye û ji bo dîtina Hayatî Karayê winda bûye jî xebat didomin."
Ekîbên Ewlehiya Peravê li herêmê xebatên xwe didomînin û masîgir jî alîkariya wan dikin.
Ji bo dîtina kesê winda hat hînbûn ku ji Sînopê ekîba noqvanan hatiye xwestin.