Muhammet Kurşun
23 Gulan 2017•Rojanekirin: 30 Gulan 2017
BATMAN
Li navçeya Kercewsê piştî barîna baranê kîvarkên ku ji xweber şîn hatin ji aliyê welatiyan ve tên komkirin.
Piştî baranê roj derket û welatiyan berê xwe deverên şînkahî, çiya û daristanan.
Xelkê kîvarkên ku ji xweber çêbûn kom kirin û birin li bazara navçeyê firotin.
Gundiyê bi navê Şîrîn Sogut got dema ku mehên biharê û zivistanê nêzîk dibin li daristanên wan kîvarkên tamxweş çêdibin.
Sogut got ew wan kîvarkan kom dikin û dibin li bazaran difiroşin.