10 Hezîran 2016•Rojanekirin: 10 Hezîran 2016
KONYA
Li Eregliya navçeya Konyayê TIR û minîbus li hev qelibîn, di qezayê da 10 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên hatin hildan li texma 20emîn kîlometreya rêya Ereglî-Konyayê TIRa bi plakeya 42 EJB 02 ku Eser Gursoy diajot û minîbusa bi plakeya 63 S 1036 ku Faruk Peltek (47) diajot li hev qelibîn.
Di qezayê da şofêrê minîbusê Peltek û Habîp Çakilli (22), Kemal Çîftçî (41), Mehmet (42), Ahmet (36), Hasan (46) û Omer Dedecan (50) û 3 kesên ku navê wan hê jî nehatiye eşkerekirin mirin.
Şofêrê TIRê Gursoy, Erdal Gungor, Alî û Îbrahîm Halîl Soguncuyê ku birîndar bûbûn jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Eregliyê.
Hêzên ewlehiyê jî li cihê bûyerê xebat û lêkolînên xwe didomînin.