15 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2017
MANÎSA
Li Manîsayê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da 4 şikbar hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna li ser DEAŞa rêxistina terorê ya ku Serdozgeriya Komarê ya Manîsayê rêva dibe da ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Manîsayê operasyon birin ser hin navnîşanan.
Hêzên ewlekariyê di operasyonê da 4 kes binçav kirin û dest dan ser hin dokumanên rêxistinê yên ku li navnîşanê hatin dîtin.
Karûbarên şikbaran yên li ewlekariyê hê dewam dikin.