Li Meclisê Sala Ewil a Qanûndanînê heyama 27emîn a dest pê kir û Lijneya Giştî di bin serokatiya Serokê Berwext Durmuş Yilmaz da kom bû.
Abdullah Tel
07 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2018
TBMM
TBMM
Li Meclisê Sala Ewil a Qanûndanînê ya heyama 27emîn dest pê kir.
Lijneya Giştî ya Meclisê di bin serokatiya Serokê Berwext Dursun Yilmaz ê parlementerê ÎYÎ Partiyê yê Enqereyê da kom bû.
Berî Yilmaz wê parlementerê CHPyê yê Antalyayê Deniz Baykal ji ber emrê xwe wê Meclisê vekira lê ji ber ku siheta wî baş nebû û endamê meclisê yê herî kal Yilmaz şûna wî girt.
Lijneya Giştî ji bo sondxwarina parlementeran kom bû û di Dîwana Serokatiya Meclisê da jî parlementerên herî ciwan Rumeysa Kadaka parlementera AK Partiyê ya Stenbolê û Muslum Yukselê parlementerê AK Partiyê yê Gazîentabê cih girtin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dema rûniştin dest pê bike derbasî cihê xwe yê li locayê bû. Îsmaîl Kahraman wezîfeya Serokatiya Meclisê dewrî Erdogan kir.