Sevim Hatun
07 Îlon 2017•Rojanekirin: 08 Îlon 2017
MUGLA
Qaymeqamê Menteşeyê Caner Yildiz got ku li Muglayê pêşî li agirê bi daristanê ket birîn, xebatên vemirandinê dewam dikin.
Yildiz ji nûçegihanê AAyê re axivî got ku agirê ku duh piştî nîvroyê bi daristanê ket û bi bayê re di demeke kurt de belav bû xistin bin kontrolê. Yildiz destnîşan kir ku piştî agir bi daristanê ket ji hewa û bejayê ve xebat dan destpêkirin.
Yildiz wiha dewam kir: "Ji ber bayê agirê ku hatibû temirandin dîsa gur bû. Di demeke kurt de li qadeke mezin belav bû. Li Zeytînkoyê 20 xanî şewitîn. Ekîban pêşî li şewatê birî. Vê gavê talûke xuya nake. Lê belê bi qasî 15 hezarî kewarên mêşên hingiv şewitîn. Niha ji bo bi cîanîna pêdiviyên gelê herêmê hewl tê dayin."
Di vê navberê de li herêmê xebatên tespîtkirina xisarê dan destpêkirin.