Haydar Şahin
08 Tebax 2017•Rojanekirin: 09 Tebax 2017
MARDÎN
Li Dargêçita navçeya Mêrdînê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da amûrên ku pê teqemenî tên çêkirin, xurek û amûrên tibî hatin dîtin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, ekîbên midûriyetên Şaxa Îstixbaretê û Şaxa TêkoŞîna Dijî Terorê yên Midûriyeta Ewlekariya Bajêr û ekîbên Tevgera Taybet a Cendirmeyan li çend ciyên cuda ên navçeyê operasyon kirin.
Di operasyonan da amûrên ku pê teqemenî tên çêkirin, gelek ar, makarne, birinc, fasulye, xoy û amûrên din, serum, derzî, bandên birînpêçanê û amûrên tenduristiyê hatin girtin.
Ji bo ku li ser lêkolînê bikin dest dan ser hin amûran, amûrên din jî li dewsa bûyerê hatin îmhekirin.