06 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2017
MUŞ
Hat ragihandin ku li Mûşê di operasyona dijî terorê da terorsîtek hat berterefkirin, gelek sîlah, cebilxane û bombeyeke ku di çente da hatibû bicîkirin, hatin desterserkirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku ekîbên Fermandariya Cenirmeyên Bajêr û yên Midûriyeta Ewlekariya Bajêr operasyon birin ser rêxistina terorê.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di operasyona li Girê Davderalê yê li Şêna herêma Qizilaxacê endamekê rêxistinê hat kuştin û wiha hat gotin:
"Di operasyonê da keleşkofek, 5 jajorên keleşkofê, 150 fîşeng, debançeyek, flaşek û bêtêlek hatin girtin.Wek mayîn di sitargeheke ku hat tesîbtkirin da dûrbîna termal a ser sîlahan, bêtêla mezin, panêla tavê, makîneya fotrafan, 8 ajande, 15 hezar û 400 lire, 32 hezar ewro, 6 serom, amûrên tenduristiyê û yên jiyanê hatin girtin."