02 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2017
BRUKSEL
Ji ber êrîşa terorê ya li ser kulûbeke şevê ya li Stenbolê alayên li ber derê Baregeha NATOYê ya li Brukselê daxistin nîvê dîregê.
NATOyê ala daxistin nîvê dîregê û piştevaniya xwe ya bi Tirkiyeyê re nîşan da. Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg demildest piştî bûyerê ji ser çapemeniya civakî êrîşa li Stenbolê şermezar kir û piştevaniya bi Tirkiyeyê re destnîşan kir û pêşniyaz kir ku alayan daxin nîvê dîregê. Li ser vê yekê alayên NATOYê û endamên îtifaqê yên li ber derê Baregeha NATOYê daxistin nîvê dîregê. Ala dê du roj nîvê dîregê de bimînin.
NATOyê berê niha jî piştî êrîşên terorê yên li ser Balafirgeha Ataturkê ala daxistibûn nîvê dîregê. Piştî êrîşên li Fransa, Belçîka û Almanyayê jî li NATOyê heman biryar hatibû dayîn.