Haydar Şahin
06 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2017
ERZURUM
Li Erzirom, Agirî, Qers û Erdexana bajarên Herêma Rohilatê Anadoluyê germahiya hewayê dakete binê sifir pileyî.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê, li bendê ne ku li herêmê hewayê ewravî û ewrsayî be.
Germahiya hewayê ew ê li gor ya demsalê be û dibe ku ji aliyên bakur carcaran ba rabe.
Bi şev germahiya hewayê li Erdexanê di binê sifirê da 4, li Qersê di binê sifirê da 3, li Erziromê di binê sifirê da 1, li Agiriyê di binê sifirê da 1, li Ezirganê 1, li Îdirê 3 û li Tûnceliyê 11 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Tûnceliyê 25, li Ezirganê 22, li Îdirê 20, li Agiriyê 18, li Erziromê 17, li Qers û Erdexanê 16 pile be.