Önder Beyter
04 Sibat 2018•Rojanekirin: 06 Sibat 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar di bin sifirê da 15 pile li Qers û Agiriyê hat pîvan.
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat wergirtin, tê texmînkirin ku li piraniya herêmê hewa wê kêm ewrayî be, hişkiyê çêbe û li cih cihan jî mij û bûsî wê çêbe.
Li herêmê germahî wê di asta demsalê da be û ba jî wê ji hêlên cuda nerm, car caran jî ji rojavayê başûr hinekî qewî rabe.
Li herêmê germahiya bi şev li Tunceliyê 1, di bin sifirê da li Qers û Agiriyê 15, li Erdexanê 12, li Erziromê 11, li Îdirê 4 û li Erzinganê jî 2 pile hat pîvan.
Germahiya nava rojê jî tê texmînkirin ku li Tuncelî û Îdirê 12, li Erzinganê 11, li Erziromê 2, li Qersê 1, di bin sifirê dali Erdexan û Agiriyê jî pileyek be.
Li nava bajaran jî qalindahiya berfê li Erziromê 24, li Erdexanê 14, li Agiriyê 10 û li Qersê jî 5 santîmetro hat pîvan.
Rayedaran diyar kir ku li herêmê divê welatî li hemberî cemed û hişkiyê û herwisa li hemberî talûkeya şepeyê baldar û bi tevdîr bin.