Önder Beyter
31 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 01 Sibat 2018
VAN
Li Wanê ji ber bagerê û talûkeya şepeyê rêyên 7 taxên li çolterê girtî ne.
Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin Wanê da hat ragihandin ku ji ber şert û mercên hewayê rêya 7 taxên li çolterê hat girtin.
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku li navçeya Bahçesarayê ji ber talûkeya şepeyê rêya 2 gundan hê jî nehatiye vekirin û herwiha li navçeyên Başkale û Sarayê jî ji ber berf û bagerê rêya 5 taxan hat girtin.
Di daxuyaniya Midûriyeta Rêbejayê ya Herêma 11emîn da jî hat destnîşankirin ku li Wan û dewrûberê hemû rêyên serekî vekirî ne.
- Mûş
Ekîbên Xizmetguzariyên Rê û Veguhastinê ya Rêveberiya Taybet a Parêzgehê rêya 5 gomên gundê Karlidereyê yên ku ji ber berf û bagerê hatibûn girtin, vekir.
Midûrê Xizmetguzariyên Rê û Veguhastinê ya Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Mehmetşah Şenturk destnîşan kir piştî ku rêyên gundan hatin vekirin, xebatên wan dewam dikin ku rêyên goman jî bên vekirin.
Îrfan Demîrê xelkê goma Merît a gundê Karlidereyê ji ber ku rêya wan vekirin, spasiya ekîban kir.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, tê texmînkirin ku li piraniya herêmê hewa wê kêm ewrayî be.
Dîsa tê pêşbînîkirin ku li herêmê bi şev û ber destê sibê hişkiyê çêbe, erdê biqerime û herwisa cih cihan jî mij û bûsî wê çêbe. Germahî jî wê di binê asta demsalê da be.
Li herêmê germahiya herî nizim, di bin sifirê da li Bitlîsê 9, li Hekariyê 8, li Wanê 6 û li Mûşê jî 5 pile hat pîvan.
Germahiya nava rojê jî tê texmînkirin ku li Mûşê 5, li Wanê 4, li Bitlîsê sifir û li Hekariyê jî di bin sifirê da pileyek be.