Haydar Şahin
30 Mijdar 2018•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2018
ERZURUM
Li Erzirom, Erzincan, Îdir, Qers, Agirî û Erdexana bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê li bendê ne ku şilope û berf bibare.
Li gor agahiyên ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, tê texmînkirin ku hewayê ewrsayî û ewravî be, li dorberê Îdir û Erzincanê şilî, şilope û li ciyên bilind berf bibare, li Erzirom, Qers, Agirî û Erdexanê şilope û berf bibare.

Germahiya hewayê bi şev li Tuncelî û Îdirê 7î li Erzincanê 6, li Erdexanê 3, li Erzirom û Agiriyê 1 û li Qersê 2 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Erzincanê 12, li Îdirê 11, li Agirî û Tunceliyê 9, li Erziromê 7, li Erdexanê 6, li Qersê 5 pile be.
Li navendên xweşiqitandinê qalindahiya berfê li Palandokena Erziromê 23, li Cibiltepeya Sariqamîşê 19 santêm hat pîvandin.

- Li Sariqamîşê berf
Li Sariqamîşa navçeya Qersê hewa sar bû û ber destê sibê berfê dest pê kir.
Li navçeya wargeha herî bilind a li welêt xwendekarên şebeqê çûn xwendingehan ji ber berfê tengasî kişandin.