Haydar Şahin
08 Mijdar 2018•Rojanekirin: 08 Mijdar 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar bi 8 pileyê di binê sifirê da li Erdexanê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, hewayê ewrasayî û ewravî be, li bendê ne ku li rojhilatê Îdir û Agiriyê şilî û şilope bibare, berdestê sibê û bi şev jî cemed çêbe.
Bi şev germahiya hewayê li Îdirê 7, li Erzincanê 2, li Agririyê di binê sifirê da 3, li Erziromê di binê sifirê da 4, li Qersê di binê sifirê da 5, li Erdexanê di binê sifirê da 8 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Erzincanê 15, li Îdirê 11, li Erzirom û Agiriyê 9, li Qers û Erdexanê jî 8 pile be.