08 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2016
ANKARA
Hezên Asîmanî yên Tirkan li Habeştiya Şemdînliyê û Avaşîn/Basyana bakurê Iraqê operasyona hewayê kirin. Di operasyonê de 12 endamên rêxistina terorê hatin kuştin.
Li gor agahiya çavkaniyên ewlehiyê li ser îxbarekê Hezên Asîmanî yên Tirkan di navbera saet 06.47 û 07.3an de li Habeştiya Şemdînliyê operasyoneke asîmanî kirin.
Di operasyonê de 8 hedef hatin îmhekirin û balafirên şer biewlehî vegeriyan baregehên xwe.
Ji bilî vê Hezên Asîmanî yên Tirkan dîsa li ser îstixbaratekê di navbera saet 07.52 û 08.54an de li Avaşîn/Basyana bakurê Iraqê 7 hedef îmhe kirin.
Li gor tespîtên ewil di herdu operasyonan de 12 endamên rêxistina terorê hatin kuştin.