İbrahim Atmaca
29 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2018
VAN
Berfa ewil a demsalê Çiyayê Sîpan ku yek ji çiyayên herî bilind ê Tirkiyeyê ye, xemiland.
Ji dawiya hefteyê heta niha li herêmê serma û baran heye, li cihên bilind jî berf barî.
Berfê Çiyayê Sîpan ku 4 hezar û 58 mêtre bilind e jî spî kir.
Li gor daneyên Midûriya Herêma 14em a Meteorolojiyê, tê payîn ku li giştiyê herêmê hewa ewrsayî û kêmsayî be û germahî jî li gor demsalê be.