04 Îlon 2017•Rojanekirin: 04 Îlon 2017
ANKARA
Di herekata esmanî ya Artêşa Tirkiyeyê bir ser Zapa herêma bakurê Iraqê da 4 terorîstên ku ji bo êrişî baregehan bikin amadehî kiribûn, hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya li ser malpera înternetê ya Serokatiya Sererkaniyê hat dayîn da hat gotin ku li Zapa herêma bakurê Iraqê terorîstên ji bo êrişî baregehan bikin amadehî dikirin hatin tesbîtkirin.
Li ser vê jî herekata esmanî hat kirin û 4 terorîstên ji bo êrişî baregehan bikin amadehî kiribûn, hatin berterefkirin.
Li Hekariyê jî duh 2 terorîst ji hêla firokeya bêmirov va hatin berterefkirin. Di lêgerîn û kontrolê da du kalaşnîkof û tivingên piyade yên bi modela M-16an hatin bidestxistin û wesayiteke bombebarkirî jî hat îmhakirin.
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê jî terorîstekî ku ji rêxistina terorî reviyabû teslîmî hêzên ewlehiyê bû.
Di operasyona li Liceya navçeya Diyarbekirê da jî terorîstek hat berterefkirin.