ANKARA
Bûyerên ku dema hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) çêbûn, telîmatên ku ji burokrasiyê re hatin dayîn deqîqe deqîqe ji hêla Navenda Kordînasyona Serokwezîrtiyê ve hatin qeydkirin. Têkoşîna ku li hember derbeyê li Koşka Çankayayê û der û dora wê hat dayîn jî di kamerayên ewlehiyê de hatin qeydkirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xist piştî ku agahî gihîşt Serokwezîrtiyê, Serokwezîr Bînalî Yildirim ji hin wezîran re û Musteşarê Serokwezîrtiyê Fuat Oktay re telefon kir. Li ser vê Oktay li Koşka Çankayayê maseyeke qeyranê ava kir.
- Welatiyên ku xwe li ber tankan dirêj kirin
Dema hewldana derbeyê tekoşîna ku li Koşka Çankayayê û der û dora wê hat dayîn di kamerayan de hatin dîtin.
Leşkerên ji FETOyê heke derbe bi ser biketa ji wan cihên ku ewil wê bi dest xistina yek Koşka Çankayayê bû. Ji ber vê bi firokeyan êrîşê koşkê kirin. Di kamerayên koşkê de tê dîtin ku li ber deriyê hejmara wê 1 e welatiyek di destê wî de alayeke tirkan dihejîne û xwe li ser rê dirêj dike da ku tank û wesayîtên bizirx neçin û neyên.
Hin welatî jî li der û dora koşkê wesayîtên xwe park dikin û dixwazin rê li ber tankan bigrin. Li ber deriyê koşkê ya ku hejmara wê 5 e jî welatî dikevin milên hevdu û dimeşin ku hatin û çûyîna tankan asteng bikin.
Di qeydan de tê dîtin ku tank li hember berxwedana welatiyan vedigerin ku herin. Hin polês û welatî hildikişin li ser tankan û bi leşkeran re diaxivin, hin welatî jî bi wesayîtên xwe ve didin li dû tankan û demeke dirêj wan dişopînin.
Dema firoke guleyan dibarînin jî welatî sîperê digrin, polês jî bi demançe û çekên otomatîk ve êrîşî firokeyan dikin.
- Hatina Orgeneral Akar a Koşka Çankayayê
Sererkan Orgeneral Hulusi Akar ku di hewldana derbeyê da li 4emîn Baregeha Sereke ya Jetan a Akinciyê dîlgirtî bû û bi helîkopterê ji vir veqetiya. Dema gihîştina Akar a Koşka Çankayayê jî di kamerayên ewlekariyê da reng veda.
Li gorî dîmenan, Orgeneral Akarê ku bi helîkopterê hat koşkê, li vir li wesayîta meqamê siwar dikin û tînin ber dergeh D yê Avahiya Serokwezîriyê. Wî çaxî bi Akar ra Tumgeneral Mehmet Dişli ku paşê hat girtin jî heye.
- Qeydên Navenda Kordînasyona Serokwezîriyê
Li Navenda Kordînasyona Serokwezîriyê ya li Koşka Çankayayê di şeva 15ê Tîrmehê hewldana derbeya FETO da amadekarî, rûdan û hemû telîmatên ku ji mekanîzmayên burokratîk ra hatin dayîn, hatin qeydkirin.
- Deqîqe bi deqîqe qewimîn
Qeydên ku peyamnerê AAyê xwe gihandê careke din didin nîşan ku Tirkiye ji qonaxeke pir krîtîk ra derbas bû. Pêzanîna ku ewil gihîşt navenda koordînasyonê ew bû ku dengê çekan ji kampusa Sererkaniyê tê. Di navbera saet 21.30 û 22.00yan da parêzvanên avahiya Serokwezîriyê ya li Kizilayê agahî dan Navenda Kordînasyonê ku dengê çekan ji kampusa Sererkaniyê tê. Li ser vê li rayedarên Navenda Kontrola Komûtaya Hêzên Çekdar (SKHKM) geriyan. Berpirsan jî wiha bersiv dan, "Mangayên midaxaleya bilez tetbîqatê dikin."
Di navbera saet 22.00-22.20an da li Enqereyê F-16 ji ser Meclis û Sererkaniyê ra ji nizm dest bi firê kirin. Li ser vî dîsa li SKHKMyê geriyan û dîsa heman bersiv wergirtin. Pirsên, firokeyên F-16 çima difirin, gelo li dijî Sererkaniyê êrîşek heye an na, firoke çima wiha nizm difirin, bêbersiv man.
Di vê kêliyê da xeber hatin ku yekîneyên leşkerî li ser Pira Bogazê rê birîn. Bi firokeyên F-16 û helîkopterên leşkerî êrîş birin ser Serokatiya Tevgera Taybet a Polêsan a Golbaşiyê û Serokatiya Daîreya Hewageriyê.
- Telîmata midaxaleya biçek
Piştî van agahiyan bi serokatiya Misteşarê Serokwezîriyê Fuat Oktay li miqamê misteşariyê tevî Alîkarê Misteşar Ozer Kontoglu, Midûrên Giştî Metîn Yener, Bîlal Durdali, Sermişawirê Serokwezîr Cemalettîn Haşîmî li Kampusa Çankayayê ya Serokwezîrtiyê Navenda Kordînasyonê hat çêkirin. Fealiyetên Navenda Kordînasyonê ya li avahiya Kizilayê jî ji bo demkî dan sekinandin, personelên nobedar şandin malên wan.
Li gor nakokiyên li ser îdiayên tetbîqatê, telîmat hat dayîn ku di saet 22:10an da li dijî hemû êrîşên bejahî û esmanî bi çekê midaxale were kirin.
Têlefon ji wezareta Karên Navxweyî, hemû walîtî û midûriyên ewlehiyê yên bajaran ra hat vekirin û telîmata elarmê hat dayîn. Serokatiya Daîreya Parastinê ya Serokwezîriyê gazî hemû personelan kir ku werin ser wezîfeyê. Ji bo ku zêdetir tevdîra ewlehiyê bibînin, ji bo midaxaleyên biçek amade bibin, destûrê nedin derbasbûna bêdestûr û wesaîtên bizirx jî tê da alîkariyê bixwazin, telîmat hat dayîn.
Bang li hemû polêsan hat kirin ku bidin çeka xwe û biçin ser wezîfeyê û Enqere û Stenbol di serî da raye hat dayîn ku kê bikeve avahiyên qamûyê yên krîtîk, bi çekê midaxale bikin.
Li gor qeydan, Sererkan Orgeneral Hulusî Akar di serî da, li fermandarên din û Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan geriyane, lê tu bersivek hilnedane.
Li der û dora Sererkaniyê dema ku dengê çekan hat û hat gotin ku raya giştî pê hisyaye ku fermandarên payebilind hatine dîlgirtin, di navbera saet 22.30-23.00yan da wezîr çûn Kampusa Çankayayê.
Ji saet 22.45an pê va li ser Koşka Çankayayê (3 an jî 4) drone firîn û bi çekên lûledirêj va gule li ser wan hatin reşandin.
Ji ber îhtimala belavbûna dezenformasyon û provokasyonê biryar hat dayîn ku ji bo demeke kin li ser Twîtter, Facebook, Youtube û medyaya civakî hin tişt bên kirin.
Bi telîmata Fuat Oktayê Misteşarê Serokwezîriyê ji bo ku Serokwezîr Bînalî Yildirim derkeve televizyonê têkilî hatin danîn. Cara ewil di saet 22.56an da bi TRTê ra têkilî hat danîn lê belê ji ber ku weşan nehate girêdan, li ser vê di saet 22.59an da bi NTVê ra têkilî, hat danîn.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Bînalî Yildirim, wezîr û serokê partiyên siyasî fikir beyan kirin ku li dijî derbeyê daxuyanî bên dayîn û li ser vê xebat dan destpêkirin.
Wek mayîn biryar hat dayîn ku dibê Meclis vekirîbe, Serokê Meclisê Îsmaîl Kahraman û heyeta bi wî ra derbasî Meclisê bûn.
Li waliyên Diyarbekir, Hekarî, Şirnex û Sêrtê geriyan ku bira li dijî hewldanê tevdîrên xwe bigrin.
- "Eva hewl e, em ê destûrê nedin"
Di saet 23.05an da Serokwezîr Bînalî Yildirim di NTVyê da daxxuyanî û got, "Eva hewl e, em ê destûrê nedin"
Di navbera saet 23.00 û 23.30yî da bi firokeyê êrîşî avahiya MÎTê ya li Yênîmehelleyê kirin li ser vê pevçûn derket. Li der û dora firokeya leşkeriyê dest bi firînê kir. Polêsan rêyên ku diçin ber Xaçerêya Sererkaniyê ji çûyîn û hatinê ra girtin. Şaredarê Bajarê mezin ê Enqereyê Melîh Gokçed telîmat da ku bira bi wesayîtên şaredariyê va deriyê saziyên kirîtîk ên dewletê bigrin û nehêlin tank û wesayîtên bizirx têkevin avahiyan.
Îşgalkirina TRTê
Komeke leşkeran Wargeha li Oranê ya TRT îşgal kir û ev jî ket nav qeydên Navenda Kordinasyona Serokwezîriyê. Derbekar ji ekîba polêsan ya ku wezîfeya wan parastina TRTê bû derbas bûn û avahiya TRTê îşgal kirin.
Di saet 23.50yî da bi destê zorê bi pêşkêşvana TRTê danezana Konsêya Silha li Welêt dan xwendin. Di heman demê da di malpera Sererkaniyê da danezana Konsêya Silha li Welêt hat weşandin.
Li Midûriyeta Giştî yê TURKSATê geriyan û telîmat dan ku weşanên TRTyê bidin sekinandin, di nav da pakêtên wekî digiturk, d-smart jî hemû weşanên TRTyê bên rawestandin. Li ser înternetê ji bo sekinandina weşanên TRTyê dest bi xebatê hat kirin.
Ji bo xilaskirina TRTyê biryar dan ku berê welatiyan bidin wir û polêsan teqwiye bikin.
- Bangî welatiyan kirin ku dakevin kuçeyan
Di navbera 23.00-00.00an da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim bang li welatiyan kir ku ji bo protestokirina hewla derbeyê ya FETO dakevin kuçe û kolanan.
Di vê navberê da gotin em dikarin bi SMSan hişyariyê bidine rêxistinên AK Partiyan, azan an jî selayê hişyariyê bidine welatiyan. Ji bo vê xebat dan destpêkirin.
Ji Navenda Giştî ya AK Partiyê telîmat dan hemî teşkîlatê gotin "ji bo şandina peyaman amade bin."
Li ser telîmata Fûat Oktayê Muftiyê Serokwezîriyê, navbera saet 00.18 û 00.30yî da, der barê hewla derbeyê da agahî dan çapemeniya navneteweyî.
Serokomar Erdogan bi weşana zindî ya CNN Turkê ra têkilî danî, bi rêya weşana zindî bangî welatiyan kir ku dakevin kolanan, li hemberî hewla derbeyê bisekinin. Li seranserê welêt milet daket kuçe û kolanan.
Partiyên muxalefetê jî li hemberî hewla derbeyê bertek nîşan da. Serê ewil Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, dû ra Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu li hemberî hewla derbeyê bertek nîşan da û daxuyanî belav kir.
Di saet 01.00an da agahî hat ku li texma Navenda Kordînasyonê, Bulwara Ataturk, Kolana Hoşdereyê û Sererkaniyê 6 tank wesaîtan dipelixînin û diçin û li dorbera Serkanî û baregehê pevçûn heye û balafir, tank û firoke gule berdidin Midûriyeta Ewlehiyê.
- Fermandaran daxuyanî dan ku "li dijî derbeyê ne"
Di saet 01.28an da Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Bulent Bostanoglu daxuyanî da ku "wek fermandar vê hewldana derbeyê qebûl nakin."
Peyra Fermandarê Hêzên Taybet a Sererkaniyê Tumgeneral Zekaî Asyali got ku "wê eşqiya bi ser nekevin."
Di saet 01.40an da 5 wesaîtên bizirx ji aliyê Bulwara Ataturk û Qesra Çankayayê va gule berdan û hatin. Pevçûn derket û bi alîkariya komeke welatiyan ku ji 100 kesan pêk dihat tank hatin berterefkirin.
Di saet 02.00an da Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez telîmat da ku ji minareyan sela bê dayîn.
- Daxuyaniya "derbe hat berterefkirin"
Di saet 02.30yan da Şêwirmendê Çapmeniyê yê MÎTê Nuh Yilmaz daxuyanî da ku "derbe hat berterefkirin."
Di saet 02.40an da balafirên şer 2 bombe avêtin Meclisê.
Di saet 02.55an da polêsan leşkerên ku ketin TRTyê berteref kirin û Midûrê Giştî yê TRTyê Şenol Goka daxuyanî da ku metna derbeyê bi zora çekan li ser natê Hêzên Çekdar ên Tirkan hatiye xwendin. Welatiyên ku li ber TRTyê civiyan hewla derbeyê protesto kirin.
Ji ber îhtimala dagirkirina kanalên din, li avahiya CNN Turkê protestoyên li dijî derbeyê hatin zêdekirin.
Ji saet 03.22yan heta ber destê sibehê bênavber Meclis hat bombekirin.
Di saet 03.39an da cara duyemîn balafirên şer û firoke êrîşî Midûriyeta Ewlehiyê ya Enqereyê kirin.
- Erdogan li Balafirgeha Ataturkê ya li Stenbolê axivî.
Serokomar Erdogan ji otela ku li Marmarîsê lê dima derket û hat Balafirgeha Ataturkê ya li Stenbolê. Erdogan di saet 04.00'de derkete pêş çapemeniyê.
Di saet 04.12an de cardin êrîşê Meclisê kirin. Firokeyên leşkerî gule li ser welatiyên ku li der û dora Sererkaniyê bûn, barandin.
Di saet 05.40an de ji ber ku li ser pireya Bogazîçiyê top hat avêtin TOMAyek şewitî.
- Teslîmbûnê dest pê kir
Ji aliyekî êrîşan dewam dikir û aliyê din di saet 05.45an de xeber hat ku leşkerên Radyoya Stenbolê ya TRTê bi dest xistine teslîm dibin.
Di saet 06.01an de pireya Bogazîçiyê ji bo çûyîn û hatinê ya behrê re hat girtin.
Di saet 06.23an de bombe avêtin Kulliyeya Serokomariyê ya li Beştepeyê.
Di saet 06.40an de leşkerên li ser pireya Bogazîçiyê Boğaziçi teslîm bûn.
Di saet 06.50an de Fermandarê Artêşa 1emîn Orgeneral Umît Dundar bi wekaletî bû Serokê Sererkaniyê.
Di saet 07.15an de ji Tugaya Bizirx a 3yemîn a li Çerkezkoyê 15 tank sewqî Stenbolê kirin.
Di saet 07.24'te li ber deriyê Fermandariya Artêşa 2yemîn a li Meletiyê pevçûn derket. Li Stenbolê jî seferên Marmarayê hatin rawestandin.
Di saet 07.45'te tanka ku ji Sererkaniyê derket gule li ser kamyonên ku di rê de park kiribûn reşand.
Di saet 08.00an de ji bo ku balafir ji Baregeha Jetan a Bingehîn ya Akinciyê ya ku li Kazana navçeya Enqereyê ne bifirin wanayên boruyên îkmalê hatin girtin, ceyran av înternet û av hatin birîn.
Welatî, polês û makîneyên kar ên belediyeyê hatin li ber derê baregehê ku nehêlin ew herin. Li ser vê leşkeran ji baregehê gule berdane welatiyan û polêsan. 5 kes şehîd ketin û 40 kes jî birîndar bûn.
- Tirkiye di saet 12.15an da rihet bû
Di saet 08.32an da Serokê Sererkaniyê Orgeneral Hulusî Akarê ku biribûn Fermandariya Baregeha Jetan a 4emîn a Akincilarê hat xilaskirin û ew anîn Serokwezîriyê. 4 deqîqe piştî vê bûyerê jî polêsên Tevgera Taybet a Ewlehiyê, Fermandariya Giştî ya Cendermeyan xistin bin kontrola xwe û eskerên mensûbên Rêxistina Terorî ya Fetullahî yên li baregehê têk birin û binçavkirin.
Di saet 09.19an da ji Antalya, Nîgde û bajarên cihê polêsên tevgera taybet sewqî paytext hatin kirin.
Di saet 09.40î da nêzî 200 esker û sereskerên bêçek ji Serokatiya Sererkaniyê derketin û teslîmî polêsan bûn. Di vê navberê da di çarçoveya jêpirsînên der barê hewla derbeyê ku dest pêkirin da hejmara endamên FETOyê yên li seranserê welêt hatin binçavkirin gihîşt hezar û 563 kesan.
Di saet 11.00î da Orgeneral Umît Dundarê ku wek wekîlê Serokê Sererkaniyê hatibû tayînkirin civîna çapemeniyê li dar xist.
Di saet 12.15an da Serokwezîr Bînalî Yildirim li Qesra Çankayayê tevlî Serokê Sererkaniyê Orgeneral Akar derket hemberî çapemeniyê û diyar kir ku hewla derbeyê bi ser neket.
Peyamên ku dan çapemeniya navneteweyî
Ji bo çapemeniya navneteweyî saet ji 05.00an pê va ev peyam hatin dayîn:
"Îşev li ser demokrasiya tirk êrîşek hat kirin û hewla derbeyê hat kirin, ev di nav artêşê da tevgera komekê ye. Texmîna me ya ewil ew e ku ev kom ji FETOyê ye. Ev yek di nav emir-fermandeya artêşê da pêk nehatiye. Daxuyaniyên ku didin ji ber vê yekê beredayîne û ew artêşa Tirk temsîl nakin. Gelek fermandarên ku di nav artêşê da ne li pey hev di daxuyaniyên ji ser têlevizyonê dan da diyarkirin ku ew li cem hikûmeta meşrû cih digirin. Li gelek deveran kontrol di destê hêzên piştgirên demokrasiyê da ye. Texmîna me ew e ku di nav 24 saetan da wê tevahiya kontrolê bikeve destê hêzên piştgirên demokrasiyê. Bangewaziya me li dinyayê ew e bila nîşan bidin ku piştevanê gelê tirk in. Serokomar û hikûmeta me ya ku bi hilbijartinê hatine serî li ser karê xwe ne û bi tu awayî li hemberî hewldanên gora demokrasiyê kolanê serî natewînin. Derbeker bi cezayê herî giran hesabê vê yeka ku kirine wê bidin."
news_share_descriptionsubscription_contact
