26 Îlon 2018•Rojanekirin: 26 Îlon 2018
ŞIRNAK
Li Silopiya navçeya Şirnexê mensûbên PKKya rêxistina terorê êrîş kirin û di êrîşê da 2 gundparêz şehîd bûn, 2 gundparêz birîndar bûn.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan, terorîstên PKKyî li devera çiyayî ya bajaroka Çalişkanê teqemeniya destçêkirî ku berê li ser rê wek defik danîbûn, hat teqandin.
Di êrîşê da 2 gundparêz şehîd bûn, 2 gundparêz birîndar bûn.
Gundparêzên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiya.
Li herêmê ji bo girtina terorîstan operasyonê dest pê kir.