15 Tebax 2016•Rojanekirin: 16 Tebax 2016
ÎSTANBUL
Hat ragihandin ku li Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Paralel (FETO/PDY) da ji 173 gumanbarên ku ji bo wan biryara binçavkirinê hatiye dayîn, jê 136 hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dimeşîne da ekîbên Midûriya Şaxa Dijesûcên Organîze ji bo girtina 129 kesên ku li Qesra Edaletê ya Stenbolê û Edliyeya Gazîosmanpaşayê wezîfedar in û ji bo wan biryara girtinê hatiye dayîn, li Stenbol, Enqere, Eskîşehir, Trabzon û Aydinê di heman demê da operasyon kirin. Di operasyonê da 106 gumanbar hatin binçavkirin.
Ekîbên polêsan ji bo 44 kesên ku di Edliyeya Bakirkoyê da wezîfedar in û ji bo wan biryara binçavkirinê hatiye dayîn xebat dan destpêkirin û 30 kes girtin.
Li emniyetê hildana îfadeya 136 gumanbarên binçavkirî didome.