Ahmet Aydın
09 Adar 2016•Rojanekirin: 09 Adar 2016
ISTANBUL
Li Stenbolê bi piştevaniya helîkopteran li dijî DHKP-Cya rêxistina terorê operasyon hat lidarxistin.
Li gorî agahiyan, tîmên Mudûriya Şaxa têkoşîna Dijî Terorê ya Mudûriya Ewlekariya Stenbolê, li Okmeydaniya Beyogluyê, li dijî Federasyona Ciwanan ku weke "Navenda li Tirkiyeyê ya DHKP-Cya rêxistina terorê" hat bi navkirin, operasyon hat lidaristin. Operasyona ku polêsên harekata taybet, wesayitên zirxkirî, TOMA û helîkopter tê da cih girtin, ekîbên îtfaîyeyê jî digel wan bûn.
Di çarçoveya operasyonê da 3 ji wan jin, 6 gumanbar hatin binçavkirin. Di dema operasyonê da gumanbarekî li dijî polêsan liberxwe da û di wê navberê da hat zanîn ku gelek dokumentên rêxistinê hatin şewitandin.
Tîman bi mebesta kontrola tendirustiyê gumanbar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bayrampaşayê û piştî kontrolê ew birin komelgeha Mudûriya Ewlekariya Stenbolê ya li Caddeya Vatanê.