30 Tebax 2017•Rojanekirin: 30 Tebax 2017
İSTANBUL
Li sê navçeyên Stenbolê 7 kesên ku tê îdiakirin li ser navê YDGHa şaxa ciwanan a PKK/KCKê tevlî bûyerên şewitandinê û çalakiyan bûne hatin binçavkirin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Stenbolê li dijî kesên ku li Sultangazî, Arnavutkoy û Şîşliyê tevlî bûyerên şewitandinê û avêtina teqmeniyan bûne xebat dan destpêkirin.
Ji bo derdestkirina şikbarên ku nasnameya wan hat tesbîtkirin operasyon birin ser navnîşanên wan.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Tevgera Taybet jî piştgirî dan operasyonê û yekê wan ji 18 salî piçûktir 7 kes hatin derdestkirin.
Hat ragihandin ku hê li 4 kesên tevlî bûyeran bûne digerin, piştî temamkirina karûbarên li ewlekariyê ew ê 7 şikbaran sewqî dadgehê bikin.