28 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2017
ÎSTANBUL
Li Stenbolê di operasyona dijî PKK/KCKya rêxistina terorê ya ku li 12 navçeyan hat kirin de 14 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, tîmên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Bajêr ji bo girtina endamên PKK/KCKya rêxistina terorê yên ku tê îdiakirin amadehiya çalakiyê dikirin, xebat dan destpêkirin.
Tîman di vê çarçoveyê de li navçeyên Esenyurt, Esenler, Eyup, Gungoren, Fatîh, Kadikoy, Buyukçekmece, Sancaktepe, Sultangazî, Sultanbeylî, Umraniye û Tuzlayê operasyon bir ser hin navnîşanan. Di encama operasyonan de 14 şikbar hatin binçavkirin.
Di legerînên navnîşanan de 2 demance, 2 şarjor, 27 fîşek, tivingek û gelek dokîmanên rêxistinî hatin bidestxistin.
Şikbarên hatin binçavkirin piştî kontrola tenduristiyê birin Midûriyeta Ewlekariyê ya Stenbolê.
Kar û barên şikbaran li ewlekariyê dewam dikin.