Önder Beyter
31 Gulan 2018•Rojanekirin: 01 Hezîran 2018
SÎÎRT
Li Sêrtê di operasyonekê da 86 şûşeyên hêsiran ku tê nirxandin 3-4 hezar salî ne û 37 alavên ku xusûsiyeta wan a berhema dîrokî heye hatin dîtin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Organîze ya Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê li taxa Afetevleriyê çûn mala U.K. û di mala wî da lêgerîn pêk anîn.
Di lêgerînê da 86 şûşeyên hêsiran ku tê nirxandin 3-4 hezar salî ne û herwiha 123 alavên ku xusûsiyeta wan a berhema dîrokî heye û 28 jê objeyên dîrokî, 3 şeyên bi zîv neqişkirî, 2 kemberên zîvîn, 2 bazin, guldangek û eyneyeke zîvîn û şiklê jinekê li ser e, hatin bidestxistin.
Li ser telîmata Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê ji ber bûyerê der heqê berşik da lêpirsîn hat destpêkirin û herwiha ji bo ku bên lêkolînkirin jî berhemên bidestxistî dê ji Midûriyeta Muzeya Batmanê ra bên şandin.