04 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2016
DİYARBAKIR
Esnafên li Sûra navçeya navend a Diyarbekirê ku ji ber bûyerên terorê mexdûr bûn, ji bo eleqeya welatiyan kêfxweş in.
Esnafên Sûrê yên ku ji ber bûyerên terorê demeke dirêj mexdûr bûn kêfxweş in. Welatî tên Sûrê û danûstandina ji bo Îdiya Remezanê li vir dikin.
Esnafên Sûrê bangî welatiyan dikin ku welatî wekî demên berê bên Sûrê û danûstandina xwe li vir bikin.
-"Şikir êdî herêm aram e"
Mehmet Aramê ji esnafan ku 12 sal in li ser Kolana Gaziyê dixebite ji nûçegihana AAyê ra daxuyand wiha got: "Sûr ji terorê hat paqijkirin, em li benda welatiyan in, welatî bila werin vir danûstandina xwe bikin."
Ergîn got ku gava mirov qala danûstandinê dike, ewil Sûr tê bîra mirova û wiha dewam kir:
"Ji ber bûyerên terorê derûniya hin welatiyan xirab bû. Welatiyên me bêriya rojên borî dikin. înşallah her tişt wekî berê bibe. Şikir ji Xwedê ra herêm êdî aram bû. Bila welatî werin danûstandina xwe li vir bikin."
Abdullah Çetînê ku ev 20 sal in li herêmê esnaf e got ku em vegeriyan rojên xwe yê berê û wiha dewam kir: "Ev Îdiya me ya ewil a piştî bûyerên terorê ye. Welatiyên me eleqeyeke mezin nîşan didin. Înşallah her tişt wekî rojên me yên borî bibe."