19 Gulan 2016•Rojanekirin: 20 Gulan 2016
BITLÎS
Li Tetwana navçeya Bedlîsê di operasyona li dijî PKKya rêxistina terorê da 2 leşker birîndar bûn.
Li gor agahiyan li dorbera gundê Tokaçliyê di dema ku hêzên ewlehiyê derketin teqîbatê rastî endamên rêxistinê hatin.
Digel hişyariya hêzên ewlehiyê pevçûn derket û di pevçûnê da 2 leşker birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku ji leşkerên birîndar leşkerek ji ciyê bûyerê bi firokeyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê û piştî midaxeleyê şandin Nexweşxaneya Leşkeran a Wanê.
Hat diyarkirin ku leşkerê din jî li Nexweşxaneya Leşkeran a Tetwanê tê dermankirin û ji bo qefaltina êrîşkaran operasyon dewam dike.