Önder Beyter
13 Hezîran 2018•Rojanekirin: 13 Hezîran 2018
VAN
Li Gurpinara navçeya Wanê 100 mihên ku di gelî da xwe avêtin xwarê mirar bûn.
Li zozana Yaprakliyê ya gundê Topyildizê pezê ku şivan li ber bûn ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn, xwe di gelî da avêt xwarê.
Qedera 100 mihên ku ketin ser lat û zinaran, mirar bûn.
Xwediyên heywanan çûn ciyê bûyerê û gelekî li ber xwe ketin, xeber dan Qaymeqamtiya Gurpinarê û Midûriyeta Navçeyê ya Xurek Çandinî û Heywandariyê.
Hat ragihandin ku ekîb dê biçin ciyê bûyerê û lêkolînê bikin.