29 Nîsan 2017•Rojanekirin: 30 Nîsan 2017
VAN
Hat ragihandin 3 terorîstên li Çataka navçeya Wanê hatin kuştin êrîşa ku Sînan Babacanê Astsubayê Çawîşê Biqidem û Kasim Sancarê gundparêz tê da şehîd bûn kirine.
Li gor daxuyaniya walîtiyê li taxa Buyukagaçê di operasyonê da 3 endamên rêxistina terorê hatin kuştin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Terorîstên hatin berterefkirin di 14ê Nîsanê da li ser rêya Çatak-Narliyê teqemenî teqandibûn û di bûyerê da Sînan Babacanê Astsubayê Çawîşê Biqidem û Kasim Sancarê gundparêz şehîd bûbûn. Wek mayîn 15ê Nîsanê li Geliyê Korukluyê êrîşê wesaîta leşkerî kirine û 17ê Nîsanê teqemenî kirine menfezê."