Haydar Şahin
08 Hezîran 2018•Rojanekirin: 10 Hezîran 2018
DIYARBAKIR
Li Diyarbekir, Batman, Mêrdîn, Sêrt û Bîngolê karnameya xwendekarên dibistana seretayî û navîn hatin belavkirin.
Cumalî Demirtaşê Alîkarê Misteşarê Wezareta Perwerdeya Neteweyî beşdarî merasima li Dibistana Seretayî ya Selahattîn Eyubî ya li Baxalara navçeya Diyarbekirê hat lidarxistin bû û karname belav kir.
Demirtaş di axaftina xwe da ji xwendekaran xwest ku bira di tetîla havînê da karên kêrhatî bikin.
- Batman
Walî Ahmet Deniz di merasima li Dibistana Seretayî ya Walî Zekî Şanal hat lidarxistin da karname li xwendekaran belav kir.
- Mêrdîn
Walî û Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin ê Merdînê Mustafa Yaman beşdarî merasima li Dibistana Seretayî ya Ataturk a li Artukluya navçeya Mêrdînê hat lidarxistin bû û karnemaya xwendekaran li wan belav kir.

- Sêrt
Li Sêrtê 91 hezar û 500 xwendekar ji bo karnameya kelecanî bûn.
Walî Fuat Atîk, Îsa Guneşê Wekîlê Midûrê Perwerdeya Neteweyî, mamoste, xwendekar û malbatên xwendekaran beşdarî mersimê bûn.
- Bîngol
Waliyê Bîngolê Alî Manti beşdarî merasima li Dibistana Seretayî ya Mustafa Kemal Paşa hat lidarxistin bû û karname belav kir.