29 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2017
ÎZMIR
Li Îzmirê di operasyona dijî rêxistina terorê DEAŞê da 10 berşik hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyê, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê ya deşîfrekirina çalakî û fealiyetên rêxistinên terorê da ji bo 10 berşikên ku hat tespîtkirin, li ser navê rêxistina terorê DEAŞê fealiyetan dikin, biryara desteserkirinê hat derxistin.
Ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê di operasyona hevdem a li navenda bajêr û navçeya Menemenê da 10 berşik binçav kirin.
Di operasyonê da gelek dokumenên rêxistinî hatin bidestxistin û herwiha ji bo lêkolînê jî dest danîn ser daneyên dîjîtal.
Hat ragihandin ku berşikên binçavkirî 2 jê jin in û yek jê jî welatiyê Sûriyeyê ye. Berşik ji kontrola tenduristiyê derbas kirin û birin ewlekariyê.