Muhammet Kurşun
31 Tebax 2017•Rojanekirin: 31 Tebax 2017
İZMİR
Li Bûcaya navçeya Îzmîrê di kêliya derbasbûna wesayita servîsa hepisxaneyê de li konteynerîneke çopê teqîn çêbû û 8 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan, li Taxa Kopê Kolana Ahmet Piriştina dema servîsa hepisxaneyê derbas dibû di konteynerîneke çopê de teqîn çêbû.

Li gor daxuyaniyên ewil 8 kes birîndar bûn.
Tîmên Servîsa Acil 112ê birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê. Ji birîndaran 7 kes li ser piyan hatin dermankirin, yek jî li Servîsa acil di bin çavdêriyê de ye.
Piştî teqînê di otobêsa servîsa hepisxaneyê û hin wesayitên din ên parkkirî de xisar çêbû. Avahiyeke nêzîkî teqînê jî zirar dît.

Herêma teqînê hat dorpêçkirin û kolan ji trafîkê re hat girtin.
Midûrê Emniyeta Îzmîrê Huseyin Aşkin gihîşt cihê bûyerê.
Lêkolînên der barê teqînê de didomin.