05 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2016
VAN
Lîseya Anadoluyê ya Niyazî Turkmenoglu ya li Îpekyoluya navçeya Wanê ji vir 2 sal berê bi destê alîgirên PKKya rêxistina terorê hatibû şewitandin, li gel hemû astengî û pisrgirêkan bû lîseya ku herî zêde xwendekar şande zanîngehan.
Ji vir 2 sal berê li ser banga Lijneya Rêveberiya Navendî a HDPê alîgirên PKK/PYDê di 6-7ê cotmehê da bi hinceta Kobanêyê li 35 bajaran çalakî kirin û tevlî bûyerên tundiyê bûn, xanî û dikan şewitandin û zirar dan xwendingehan.
Alîgirên rêxistina terorê di dema çalakiyên bêdestûr da molotof avêtibûn bi dehan xwendingehan û şewitandibûn. Di dema bûyeran da li Tûnceliyê 2, li Mêrsinê 3, li Diyarbekirê 34, li Şirnexê 13, li Adiyemanê 1, li Batmanê 4, li Şanliurfayê 19, li Bidlîsê 8, li Bûrsayê 2, li Gazîentabê 1, li Mêrdînê 36, li Mûşê 6, li Stenbolê 11, li Bîngolê 2, li Hekariyê 28, li Sêrtê 13, li Wanê 30 xwendingehan zirar dîtibû.
Mase û kursiyên Lîseya Anadoluyê ya Niyazî Turkmenoglu jî hatibûn şewitandin û bi alîkariya dewletê xwendingeh hatibû temîrkirin û dest bi perwerdeyê kiribû.
Bi xebatên mamoste û xwendekaran va xwendingeh ji ziraran xilas bû û di demeke kin da li Wanê bû xwendigeha ku herî zêde xwendekar şande zanîngehan. Bi vê serkeftina xwendeingehê va xwendekaran di TEOGê da herî zêde eva mekteba tercîh kir. Vê gavê li bajêr xwendigeha ku bi puanê herî zêde xwendekaran hildide Lîseya Anadoluyê ya Niyazî Turkmenoglu ye.
- "Bi dehan dibistanên me zirarê dîtin"
Kiyasettîn Kirekînê Midûrê Ewlehiya Neteweyî ya Bajêr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku di 6-7ê Cotmeha 2014an da bi taybetî li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê avahiyên kamuyê hatin xerakirin.
Kirekîn diyar kir ku di êrîşan da dibistanan zirareke mezin dîtin û wiha got: "Wê demê li dijî wederê 30 dibistanên me bi teqemenî û molotofan êrîş hat kirin û ji milyonekî zêdetir zirar çêbû û di nav hefteyê da dibistan hatin temîrkirin."
Kirekîn destnîşan kir ku dibistanên ku hatin xerakirin û şewitandin hatine çêkirin û got ku xwendekar tê da dersê dibînin.
- "Hejmara xwendekarên me zêde bû"
Midûrê dibistanê Recep Turk jî destnîşan kir dibistana ku di bûyerên 6-7ê Cotmehê da rûxiya, wan di kurtedemekê da temîr kir û nehişt ku xwendekar mexdûr bin û wiha got, "Dibistana me di bin siya bûyeran da nema. Bereksê vê hejmara xwendekarên me zêde bû."
- Bûyer
Li ser banga "derkevin kolanan" a Lijneya Giştî ya HDPyê û Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahettîn Demirtaş, alîgirên rêxistina terorê PKK/PYDyê bi hinceta Eyn el Erebê li 35 bajaran bûyerên tundiyê li dar xistinbûn, tê da 2 polês şehîd bibûn, li Diyarbekirê tevî Yasîn Boru û sê hevalên wî, 31 kes miribûn, 221 welatî û 139 polês jî birîndar bibûn.
Di encama êrîşên alîgirên rêxistina terorê gelek xanî, kargeh, dibistan, kevngeh û wargeh xirab bibûn. Ji ber bûyeran dewletê bi qasî 50 milyon lireyî zirara esnaf tazmîn kiribû. Herwiha hatibû tespîtkirin ku maliyeta bûyerên tundiyê ya li stûyê dewletê bêtirî 300 milyon lireyî ye.