Fatih Gazioğlu
31 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 01 Sibat 2019
LONDRA
Lîverpoola tîma Îngiltereyê di hefteya 24an ya Lîga Premîerê da derket hember tîma Leicester Cityê.
Pêşbirk li Londrayê li stada Anfield Roadê hat leyîstin.
Gola Lîverpoolê di deqîqeya 3yan de Sadîo Maney avêt. Gola tîma Leicester Cîtyê di deqîqeya 45+2an de Harry Maguîreyê avêt û skor kir 1 û 1.
Di nîva duyemîn de skor neguherî û pêşbirk bi vê skorê qediya.
Tîma Lîverpoolê bi vê pêşbirkê puanê xwe ya lîgê derxist 61ê. Tîma Lîverpoolê bi vê skorê ferqa puanan yê navbera xwe û Manchester Cîtyê derxist 5an.