Önder Beyter
01 Nîsan 2018•Rojanekirin: 01 Nîsan 2018
MADRID
Di hefteya 30yemîn a Lîga Yekemîn a Îspanyayê ya Fitbolê (La Liga) da Barcelona li deplasmanê bi Sevillayê ra 2-2 beramber ma.
Barcelonaya ku di lîgê da serkêş e, li Stada Ramon Sanchez Pizjuanê bû mêvanê Sevillaya nûnerê Endulusê.
Tîma mazûvan a ku bilez dest bi pêşbirkê kir, di deqîqeya 36emîn da bi gola Franco Vazquez ket pêşiyê û dewreya yekemîn 1-0 bi dawî bû.
Sevillaya ku bi êrîşan va dest bi dewreya duyemîn kir, di deqîqeya 50yemîn da bi gola Luis Muriel va 2-0 ket pêşiyê. Ji ber ferqa skorê, Lionel Messi di deqîqeya 58emîn da ket şûna Ousmane Dembele û giraniya xwe nîşan da. Herwiha ji tîma Barcelonayê Luis Suarez di deqîqeya 88emîn da û Messi jî di deqîqeya 89emîn da her yekî golek avêt û pêşbirk 2-2 beramber bi dawî bû.
Barcelonaya ku rêzetêkneçûna xwe derxist 37 maçan, pûanê xwe jî derxist 76an. Beriya ku 8 hefteyên dawîn ên lîgê biqede, Barcelona bi pêşbirkeke zêde va 12 pûan li pêşiya Atletico Madrida di rêza duyemîn da ye.